Nûredîn Zaza li ser destanên kurdî di sala
1973 de dibêje:
weznên beytan ne pir li hev in, lê di gel vê
yekê şehrezayeke folklurî ye. Heçî qafiyên
çîrokên gelemperî bi xwe ne, ne zengîn û
xurt û klasîkî ne,( guh nade rêzên erebî û
farisî). Bi piranî, malik bi xwe ne mewzûn
in. Beytên pir dirêj û beytên pir kurt hene.
Di hemî stranên şer û çîrokên mewzûn ên kurd
de isûl ev e. ev tişt li gora bihna dengbêj
tête saz kirin. Li gora rêzê şi`rê yên kevin
ev awayê ha bê qimet têt jimartin. Lê li
gora edebiyata îro, li gora şi`rên serbest
(الشعر الحر ) bi erebî, ( le vers libre) bi
ferensî, dibin eserên pir hêja. Eger şaìr û
edîbên me isûlên erebî û farisî berdin û di
folklora xwe de li çêre ya xwe bigerin û
îlhama xwe jê bistînin, ne bi tenê ewê
tiştên bijarte bînên meydanê, lê ji cihanê
re serweta xwe ya milî ya mezin bidin zanîn
û wan heyran bihêlin.
Cegerxwîn li ser stiran û helbesta serbest
di sala 1982 de dibêje:
bê kêşan lê tenê bi dawiye. Herwekû hin
peyvên wê dirêj, hin jî pir kin. Ji lewra
gelek caran dengbêj van kurtebeytan neçare
hê hê yan lo lo û lê lê bi ser ve ji cem xwe
datîne. Lê divê mirov jibîr nekî ko di van
stranan de hin gotin û daxwazîyên bilind û
peyvên cuwan û giranbuha têne dîtin û gotin
ko ristevan jî nikarin di nav ristên xwe de
wilo bêjin.
Ji lewra hin xortên nûhatî dixwazin riste jî
weke stranê serbest bikin û guh nedin kêş û
dawîyê. Di awira min de ev jî ji ber çend
tiştane:
1- ev e bi xwe ne ristevan in, nikarin
ristên bi kêşan û dawî çêbikin.
2- Yek ev e ko baş bi zimanê kurdî nizanin.
3- Û yek ev e ko kurdî baş nexwendine.
4- Û yek ev e ko gelek dilbojokê ristevanî
ye, lê nikare ristê baş çêke.
Ziman efrîdeyeke jîndar e, mezin dibe û şax
dide, belkî jî lawaz bibe û bimire heger
heyameke alîkar ji şînbûn û gihandinê re
peyda nebe.
peyvin dimirin, peyvin xudêdidin, hinek din
wateyên nuh ji xwe re peyda dikin.
Helbestvan dikare bibe merceke guhertinên
bingehîn di ferhenga peyvên ko tên bikaranîn
di çand û wêjeya hemdemiya xwe de.
Peyvek bi xwe nuh yan kevin nîne, peyvek baş
û yek xirab nîne, şêweyê pêkanîna peyvê
giranbuhabûna wê dide û baskên helbestê û
perên ziman fireh dide jîndarî û azadiyê.
peyv wek her tiştî tên afirandin, wext ser
wan re derbas dibe, di dubarekirinê de hişk
dibin û wateyên xwe tevan winda dikin û di
yek wateyê de zuha dimînin, ji çêja xwe
dikevin. Bi vî şêweyî hestên helbestvan ji
kar dikevin û azadiya wê /wî ji çeng dibe û
sawîr, hizrevanî, ramiyarî di wateyên teng
de vedimirin.
Sibeha we jiyan
* gotinên birêzan Nur Eldin Zaza û
Cegerxwîn, bê guhertin min ji pirtukên wan
girtine. Hesan mirov dikare guhertina ziman
di aliyê giramatik û pêkanîna peyvan /nexasim
yên erebî/ de bibîne.